Anasayfa > Günün Haberleri > Sitene ekle > Arşiv > İletişim > Künye > Reklâm
__________________________________________________________________________________________
Güncel -
Spor - Siyaset - Ekonomi - Medya - Polemik - Dünya - Teknoloji - Sağlık Kültür Sanat- Eğitim Röportaj Reklâmlar

   Üyemiz Deðilseniz! Týklayýn   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   Ýbrahim Güçlü:Þerê xendekan: Þerê wekaaletê ye û rewþa kurdan xerabtir kir   HÊMÝN EBDULLAH:PKK yapma   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   Ýbrahim Ortaþ:Akýllý Telefon Ýnsaný Yaþamdan Koparýyor Mu?-   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   Mim Yavuz Binbay:Kamu Görevi – Reddi Miras ve çocuklarýnýn ebeveyn suçlarýndaKÝ
Onur Yazarýmýz

Konuk Yazarlar

Ana Menü
 
Ana SayfaAna Sayfa
    Ana Sayfa

    Konu Baþlýklarý
    Haber Gönder
    Haberler
Diðer Baþlýklar
    Evo UserBlock
    Yazarlar
    Site Haritasý
    Haber Arþivi
    Yönetici Notu
    Reviews
    Tavsiye Et
    NukeSentinel
    Ýletiþim Formu
    Sorularýnýz
Üyeler
    Üye Bilgileri
    Üye Hesabýnýz
    Üye Listesi
    Üye Gruplarý
    Özel Mesaj
Birlikte
    Forumlar
    Destekleyenler
    Anket
    Arama
Sayfa Ýstatistikleri
    Top 10
    Ýstatistikler
Linkler
    Yararlý Programlar
    Web Siteleri

Arama
 



Baðýþ - Reklam
Sitemizin yaþamasý ve daha iyi bir içerikle yayýn hayatýna devam etmesi için reklam ve baðýþlarýnýza ihtiyacýmýz var. Lütfen Buraya Týklayarak bizimle iliþkiye geçin... Þimdiden teþekkür ederiz....

Top 10 Links
 

Günün Haberi
 
Bu gün için henüz önemli bir haber yok.

 
Kültür-Sanat


Ýbrahim Güçlü:Siyaseta Milî Ya Kurd Û Ziyareta HDPê Ya kurdistanê û Navbeynçitî…-15.04.2018
Piþtî ku HDPê çû Baþûrê Kurdistanê, çûyina wan ya Baþûrê Kurdistanê bi xwe re gelek gengeþî û niqaþeyên girîng anîn rojevê.


Di mijara Seredaniya HDPê de mijara girîng ya ku hate rojevê, qerektera siyaseta milî ya kurd bû.
Ez jî yek ji wan kesan bûm ku ez beþdarî van gemgeþî û niqaþeyan bûm. Min di medyaya civakî de nerînên xwe anîn ser zimên.
Ez dixwazim nerînên xwe biçekî din fireh û kûr bikim.

SÝYASETA MILÎ YA KURD ÇEWA YE Û DIVÊ ÇEWA BIBE?
Tevgera milî ya Kurdistanê, xebata serxwebûn û azadiya Kurdistanê 200 sal e ku didomîne.
Tevgera milî ya Kurdistanê di nav pêvajoyê de bûye xwediyê gelek pirsgirêkan. Di Tevgera milî ya Kurd de pirsgirêkan mezintir, qerektera siyaseta tevgera milî ya kurd e.
Mijara miletê kurd û Kurdistanê ji bona mijarekeye siyasî ye, loma jî siyaseta milî ya tevgera kurd, gelek girîng e. Hezar mixabin siyaseta milî ya kurd xwediyê zeaf û kêmasiyên mezin û jî pîvanên siyaseteke paqij, exlaqî, rewa, însanî, hêjayiyên milî dûr e.
Însan hebûneke gelek girîng û hêja ye. Li dinyayê tiþtên pêk tên (çi baþ û çi jî ne baþ) ji aliyê însan de pêk tê. Her tiþtek ji bona însana tê afirandin. Loma jî armanc û xwestin ew e ku dewlet, sîstemên siyasî, desthilatdar, meclîs, hikumet, senato, burokrasiya sivîl û leþkerî divê di xizmeta însanan de be.

Lê hezar mixabin ev yêka li her ciyî ne wusa ye.
Di sîstemê ne demokratîk de însan di xizmeta dewletê û sîstemên siyasî de ne.

Di rejimê demokratîk de, insan li pêþ e, dewlet, burokrasî, desthilatdarî, hikûmet û di xizmeta însanan de ne.
Siyaseta milî ya Kurd jî divê însanî be. Ji bona însanên kurd be. Ji bona neteweya kurd be. Dema ku siyaseta milî ya kurd însanî be, wê demê dê zêdetir xizmetî serxwebûn û azadiyê bike.
Hezar mixabin siyaseta kurd zêde ji bona însanên kurd û miletê kurd nîne. Ji bona berjewendiya partiyan û grûbên siyasî û elîtên siyasî tê meþandin. Ew jî dibe sedem ku tevgera serxwebûn û azadiya Kurdistanê pêþ nekeve û bigihîje armanca xwe.
Di tevgerekê de rewabûn gelek girîng e. Divê tevgerek gor pîvanên rewabûnê bimeþe. Loma jî hîç þik tune ye ku pirsgirêka milî ya neteweyên bindest gelek rewa ye. Lê divê siyaseta milî ya kurd jî rewa be. Dema ku siyaseta milî ya kurd rewa nebe, tecrîtkirina wê û temirandina wê gelek hêsan dibe. gDi gelek qonaxan de jî wusa bûye.
Her çiqas tevgera milî ya Kurdistanê bir her awayî rewa ye û heqekî milî diparêze, hezar mixabin þiyaseta milî ya kurd gelek deman ji rewabûnê dûr dikeve, ji bona pêþeroja neteweya me xeteriyê çê dike.
Divê siyaseta milî ya kurd, di heman dem de jî, gorî hêjayiyên milî yên neteweya kurd û Kurdistanê tevbigere. Exlaqî be. Heger siyaseta milî ya kurd ji hêjayiyên milî û ji berjewendiya neteweya kurd dûr be, piþtgiriya gel nikare bigre.
Heger siyaseta milî ya kurd însanî, rewa, exlaqî, gorî hêjayiyên miletê kurd nemeþe nikare yekîtiya gel û neteweyê jî ava bike.
Dîsa wê demê di nav partî û rêxistinên Kurdistanê de yekîtî û hevkarî û tîfaq û koalîsyon jî çênabe.
Siyaseta milî ya kurd, însanî, rewa, exlaqî, gorî hêjayiyên milî nemeþe, nekokiyên nav gel nýkare çareser bike. Li hemberî dewletên kolonyalîst nikare bibe alternatîf û zora kolonyalîstan bibe.
Siyaseta milî ya kurd, însanî, rewa,exlaqî, gorî hêjayiyên milî nemeþe, ji gel û Kurdistanê hez neke, di têkoþîna milî de samimiyet nabe.
Siyaseta milî ya kurd, însanî, rewa, exlaqî, gorî hêjayiyên milî nemeþe, riyakarî, nankorî, komplocitî, durûtî dibe.

SERDANIYA HDP’Ê YA BAÞÛRÊ KURDISTANÊ GOR SÝYASETA MILÎ YA KU MÝN TERÎFKIRÎ XWEDIYÊ PÝRSGIRÊKÊ YE…
Dema ku em ji HDPê qal dikin, divê em ji PKKê qal bikin. Wek tê zanîn HDPê partiyeke serbixwe nîne. Bi her awayî di bin bandora PKKê de ye. Ji derveyî PKKê nikare ku biryareke stratejîk bigre. Loma jî HDPê, PKKê ye.
Bi deh salan e ku di navbeyna desthilatdariya Kurdistanê PKKê de pirsgirêkên bingehî hene. Mirov dikare bibêje ku PKKê dijminê desthilatdariya Kurdistanê ye.
Li Baþûrê Kurdistanê bi hebûna xwe dibe sedem ku Dewleta Tirk her dem Baþûrê Kurdistanê bombabaran bike.
Bi salan e ku desthilatdariya Kurdistanê vê pirse nikare bi PKKê re çareser bike. Lewra PKKê her demê li Iraqê him di dema Baasê de him jî nûha xizmetî dewleta kolonyalîst ya Iraqê dike û wan gûhdar dike.
PKKê li Kurdistanê otorîte û hiqûqa dewleta federe rewa qebûl nake, jê re rêz nagre. Her dem li dijî dewletbûna Kurdistanê tevdigere.
Em hemû bûyerên di dehsalan de hatine holê bidin aliyekî, di sala dawî de PKKê li dijî Baþûrê Kurdistanê xerabiyên mezin çêkir.
PKK, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê xebat kir. Di encama referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryara dewlet avakirinê derket holê, ji bona ku pêþiya dewletbûna Kurdistanê bigre, xebat kir û hêzên dijmin re ket nav hewildan û tîfaqê. Di encam de bi Grûba Xiyanetê re peyman çêkir ji îþgala Kerkukê re piþtgirî kir.

PKKê her roj bi xûrtî dijminitiya serok Barzanî û PDKê dike.
Serokatiya Baþûrê Kurdistanê û serokên wê rewa nehesiband. Li hemberî partiyên Kurdistanê çek bi kar anî. Ji bona ku wan ji holê rake bi piþtgiriya dewleta kolonyalýst rêxistinên veþartî û vekirî ava kir.

HDPê jî, ji ev hemû siyasetên PKKê re piþtgirî kir.
HDP, dema serok Barzanî hat Tirkiyeê, ji wî re aþkere gotin ku bila Serok Barzanî di navbeyma wan û hikûmetê de nebe navbeynçî.
Gelo dema ku ew hemû rastiyan li holê ne, PKK/HDPê di siyaset û stratejiya xwe de gûhertin çêkiriye ku bi çi rûyî diçe Baþurê Kurdistanê?
Desthilatdarî û partiyêm Kurdistanê çewa bê muahesebe dikarin wan pêþwazî bikin?
Ev helwesta bi siyaseta milî ya însanî, rewa, exlaqî, re ji hevûdu dûr e. GELO NAVBEYNCÝTÝYA SEROK BARZANÎ DEWLETA TIRK Û HDPÊ RAST E? HEGER RAST BE
SKANDALEKE MEZIN E…

Piþtî ku HDPê çû Baþûrê Kurdistanê, PDKê diyar kir ku “heger herdu teref (Dewleta Tirk û HDPê) bixwazin serok Barzanî amade ye ku di navbeyna wan de bibe navbeynçî.

Gelo heger ev yêka rast be, siqandaleke mezin e.
Lewra HDP dibêje ku ez partiyan kurdan nînim. Gelo navbeynçitî dê navbera du partî û an jî du partiyên Tirkiyeyê û Dewletê pêk bê?
Ji aliyê din de HDP partiyeke yasayî ye û di Meclîsa Tirk de ye. Parlamenterê wê hene. Gelo ji bona vê partiyê navbeyncitî di navbeta derletê ji aliyê hiqûqî û siyasî de ne siqandal e? Dema ku PDK ev yekê diyar kir, nedizxanî ku ev diyardariyeke cahîlanê ye.
Heger qesita PDKê, di navbeyna PKKê û Dewleta Tirk de navbeynçitî ye, ew bi xwe jî pirsgirêkek û siqandaleke mezin e.
Min li beþa jorîn qal kir ku di navbeyna desthilatdariya Kurdistanê û PKKê de pirsgirêk û nekokiyên mezin hene.
PKKê dixwaze ku li Baþûrê Kurdistanê desthilatdar be. Ji bona vê yekê partî û rêxistinan ava dike. Hiqûq û desthilatdariya Baþûrê Kurdistanê nas nake.
Dîsa PKKê li Baþûrê Kurdistanê gelek gûndên Kurdistanê îþgal kiriye. Nahêle ku desthilatdariya Kurdistanê li wan gûndan desthilatdar be.

Li Þengalê dagirker e.
Bi taybetî ji bi Grûba Xiyanet re tîfaq kir, bû sedem ku dewletên kolonyalîst Kerkukê îþgal bikin.
Bi hebûna xwe dibe sedem ku Dewleta Tirk her demê operasyonên hawayî û reþayî li Kurdistanê bike.

Ez dikarim van xalan dirêj û zêde bikim.
Ew jî diyar dike ku rojev û mijara yekemîn ji bona serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ew e ku pirsgirêke xwe û PKKê çareser bikin.
Dema ku PKKê li Baþurê Kurdistanê bi her awayî pirsgirêk be, tu vê yekê çareser nekî, daxwaz bikî ku di navbeyna wan û Dewleta Tirk de bibî navbeynçî, ev yeka ji siqandalê wêdetir dibe siyaseteke zaroktiyê.
Di vê mijarê de pirsgirêke mezin ya din jî helwesta û siyaseta dewleta Tirk e. Pêwendiyên Dewleta Tirk û desthilatdariya Kurdistanê ne.
Tê zanîn ku pêwendiyên Dewleta Tirk û Baþûrê Kurdistanê baþ bûn û wek pêwendiyê stratejî dihat bi n avkirin û terîf kirin.
Lê dîsa baþ tê zanîn ku di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de ber bi xerabiyê çû. Dewleta Tirk li dijî referandûmê derket.
Bi taybetî jî piþtî referandûma serxwebûna Kurdistanê, dewlet avakirina Kurdistanê bû biryar, Dewleta Tirk bi Baþûrê Kurdistanê re pêwendiyên xwe xera kir. Dijminitî ji Baþûrê Kurdistanê re kir. Eriþên gelek xerab li hemberî Baþûrê Kurdistanê û serok Barzanî meþand. Bi taybetî jî ji þaxsiyeta/kesayetiya Serok Barzanî re heqeretên mezin hat kirin.
Ew êriþ û dijminitî hat wê merheleyê ku Dewleta Tirk raste rast û gelek aþkere ji Dewleta kolonyalîst ya Iraqê re alîkarî kir ku, Dewleta Iraqê Kerkukê û gelek herêmên din yên Kurdistanê îþgal bike.

Gelo tu di vê rewþê de navbeyncitî daxwaz kirin çiqas rast û exlaqî ye?
Gelo di van rewþan de gel bi vê daxwazê pêkenîna xwe nîne?

Gelo her kurdek dixzane ku pêendiyên Baþûrê Kurdistanê û Dewleta tirk xerab e. Dema ku ev daxwaza bê kirin, di serê her kurdekî de pirs çê dibe.
Beriya ku Baþûrê Kurdistanê di navbeyna PKK/HDPê û Dewleta Tirk de navbeyncitî bike, divê pirsgirêka xwe dewleta Tirk çareser bikin.

Ji aliyê din de jî rasteiyek din heye.
Wek tê zanîn Serokcumhurê Fransayê jî diyar kiribû ku di navbeya PKK/PYD û Dewleta Tirk de bibe navnbeynçî.

Dewleta Tirk û berpiþrsiyarên wê, Macron rezîl û rûswa kirin.
Gelo PDKê van rastiyan naþopîne ku li ser navê Serok Barzanî dibin sedem ku spekulasyon çê bibin.

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Amed,

Ek.Tarihi Sun Apr 15, 2018 2:03 am Gön: Oezer

Yorumlar yazarlarýna aittir. Ýçeriklerinden biz sorumlu deðiliz.

Anonim kullanýcý yorum yazamaz, lütfen kayýt olun
 
Ýlgili Baðlantýlar
· Daha fazla Kültür-Sanat
· Haber gönderen Oezer


En çok okunan haber: Kültür-Sanat:


Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayýrýn:

Mükemmel
Çok Ýyi
Ýyi
Ýdare Eder
Kötü


Seçenekler

 Yazdýrýlabilir Sayfa Yazdýrýlabilir Sayfa

 Bu Haberi Arkadaþýna Gönder Bu Haberi Arkadaþýna Gönder





Bu Site Ali Usta tarafýndan yapýlmýþtýr.


>Powered by Nuke-Evolution